Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê di êrîşên ji hewayê yên li ser der û dora Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê yên ku sivîl lê dijîn da 6 kes hatin kuştin, 10 kes hatin birîndarkirin.
Mistefa Hec Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan (Kumsipî) a Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Teyareyên şer nîvro di ser herêmên sivîl lê dijîn ên li der û dora Îdlibê ra bombe barandin."
Yusif diyar kir ku di êrîşa li ser ciyê bazarê ya li Arîhaya navçeya Îdlibê da 2 kes hatin kuştin û 7 kes hatin birîndarkirin, li gundê Kurînê jî 4 kes hatin kuştin û 3 kes hatin birîndarkirin.
Hat diyarkirin ku ekîbên Parastina Sivîlan xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin, di êrîşê da gelek ciyan zirar dîtin.
Di daxuyaniya mala çavderiyê ya mixalifên li Sûriyeyê ya ser medyaya civakî da jî wiha hat gotin: "Teyareyên şen ên Rûsyayê yên ku ji Baregeha Himeymîmê rabûn ji hewayê êrîşî Arîha, Kurîn, Urîm el Cuz û El Barayê kirin."
Di meheke dawîn da li Îdlib û Hemayê di êrîşên ji hewayê yên li ser herêmên sivîlan ra 118 sivîl hatin kuştin û 120 sivîl jî hatin birîndarkirin.