Tolga Akbaba
31 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 01 Sibat 2026
Di teqînên ku li Hurmuzgan û Xuzistana eyaletên Îranê çêbûn da da bi tevahî 5 kes mirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îranê da li bajarê Bender Ebasê ya li ser eyaleta Hurmuzganê û bajarê Ehwaza li ser eyaletê Xuzistanê du teqînên ji hev cihê çêbûn.
Di teqîna ku li Bender Ebasê li avahiyekê çêbû û hê sedema wê nayê zanîn da keçikeke 4 salî mir û 14 kes jî birîndar bûn.
Li Ehwazê di kompleksa avahiyeka 4 xanî tê da hene ji ber şebekeya xazê ya bajêr teqîn çêbû, di teqînê da ji heman malbatê 4 kes mirin.