Türkan Tosun
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
ANKARA
Li Îranê di 6ê Tebaxê da hikûmetê pakêteke aboriyê ya nû îlan kir, lê bihayê dolar dîsa jî kêm nebû. Dolar di piyaseya serbest da heta 14 hezar tumenî derket û rekor bi dest xist.
Dolar duh di piyaseya serbest da 12 hezar tumenî dihat firotin, lê îro dolerekî Amerîkayê derkete 14 hezar tumenî.
- Pakêta aboriyê ya nû
Li Îranê ji ber ku bihayê dolar pir zêde bû hikûmetê hin tevdîr dîtibûn û di vê çarçoveyê da di 10ê nîsanê da biryarek dabû ku kurê dolar bi 4 hezar û 200 tumenî sabit bibe û qedexe kiribû ku ofîsên dowîzê dolar bifroşin.
Hikûmetê di 6ê Tebaxê da jî pakêteke aboriyê ya nû îlan kiribû û hin sepanên nû xistibûn rewacê.
Li gor vê ofîsên dowîzê wê bikaribin cardin bixebitin.