Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
TAHRAN
Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu, Ajansa Mehrê ya Îranê ziyaret kir û bi Xulam Riza Dehqaniyê Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Mehrê ra hevdîtinek kir.
Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu û lijneya ligel wî ji ev du roj e ji ber 43yemîn Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Asya-Pasîfîkê (OANA) li Tehrana paytexta Îranê ne. Civîn bi mazûvaniya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê va tê kirin.
Civîn bi mazûvaniya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê va tê kirin û duh dest pê kiribû. Mutanoglu û lijneya ligel wî Ajansa Mehrê ya Îranê ya ku li welêt di nav ajansên herî girîng de cih digire ziyaret kirin.
Hevdîtina ku li awahiya Ajansa Mehrê ya Îranê hat kirin da ji bilî Metîn Mutanogluyê Alîkarê Midûrê Giştî û Xulam Riza Dehqaniyê Alîkarê Midûrê Giştiyê Ajansa Mehrê, Dîrektorê Bazarîkirin û Ragihandina Sazûmaniyê Yilmaz Yaman, Edîtorê Nûçeyên Farisî Hikmet Gok, Dîrektorê Nûçeyên Derva yê Ajansa Mehrê Mihemed Qadirî û Berpirsyarê Nûçeyên Îngilîzî Peyman Yezdanî jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Mutanoglu di hevdîtinê da bi bîr xist ku AAya ber bi sala damezrandina xwe ya sala 100emîn va diçe li 100 welatî nûçegihanên xwe bi cih kiriye û ji hêla herêmî û kurewî va jî tora xwe ya nûçeyan fireh kiriye.
Di berdewamiya axaftina xwe da Mutanoglu destnîşan kir ku AA di çarçoveya vîzyona ku bibe yek ji ajansên nûçeyan a herî bi tesîr a li çar aliyê dinyayê da piştî geşedanên der heqê Qudsê da Edîtoriya Nûçeyên Rojhilata Navîn a AAyê bir Qudsa Rojhilat a ku di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye û bi vê gavê jî xwedî derketina li Qudsê nîşanî dinyayê da.
Mutanoglu ragihand lazim e Tirkiye û Îran ji bo gavên herdu welatan nêzî hev bikin hewl bidin û bi bîr xist ku di vê çarçoveyê da AAyê Edîtoriya Nûçeyên Farisî di sala 2015an da vekir û wiha pê da çû: "Di navbera Tirkiye û Îranê da nirxên hevpar ên wek Mewlana, Şîrazî û Şehriyar hene. Civak jî dişibin hev. Di çapemeniyê da jî lazim e em zimanekî ku me nêzî hev bike bi kar bînin. Di navberê da her çiqas îxtilaf hebin jî cîrantiya di navbera herdu welatan da û dostanî wê dewam bike."
Derhênerî Weşana Giştî ya Mehrê Dehqanî jî ragihand ku têkiliyên wan ên bi AAyê ra ji berê va hene û got ku dîroka Osmaniyan bala wî dikişîne.