Haydar Şahin
19 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li bendereke li Hurmuzgana eyaleta Îranê dema keştiya bar a Giravên Komorê dihat texliyekirin halat qetiya û keştî di avê da serobino bû.
Li gor xebera têlevizyona dewletê ya Îranê li Bendera Şehîd Recaî ya li Hurmuzganê keştiya 90 mêtreyî ya ku 153 konteynerên amûrên kîmyewî bar kiribû dema konteyner jê datanîn li ser kêlekê welgeriya.
Hat ragihandin ku konteyner ketin behrê qasî demekê panîk çêbû, miretebatekî keştiyê xwe avête behrê û birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku di demeke kin da piraniya keştiyê noqî binê avê bû.
Hadî Heqşînasê Alîkarê Midûrê Xebitandina Benderan û Behrevaniyê ya Îranê got, "Ji ber bêkordînebûna di navbera personelê keştiyê û operastorê vîncê da keştî li ser kêlekê di nav avê da dirêj bû û binav bû. Ji bo derxistina konteynerên ketin behrê derxin dest bi xebatan kirin."
Heqşînas diyar kir ku miretebata keştiya bar a Giravên Komorê ji 14 kesan pêk dihat û tevahiyê wan welatiyê Hindistanê ne.