Di çarçoveya çalakiyê de li Mizgefta Reşadiyeyê ya Eskîşehirê de "Merasima Destpêkirina Nimêjê" hat lidarxistin.
Zarok û malbatan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan û zarokan Qur'ana Pîroz xwend, dia kir û îlahî xwendin û bernameyê dest pê kir.
Pişt re Miftiyê Bajêr ê Eskîşehirê Niyazî Ersoy axivî. Ersoy di axaftina xwe de got ku dema zarok bikevin 7 saliya xwe divê dest bi nimêjê bikin. Ersoy diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê di kursên Qur'anê yên havînan de perwerdeya nimêjê û agahiyên dînî didin zarokan.
Miftiyê Odûnpazariyê Îsmaîl Hakki Dere jî da zanîn ku heke hin tişt di wextê de û bi awayekî rast neyên hînkirin, pişt re hînbûn zehmet dibe.
Dere her wiha got ku "Bêguman zarokan me ji bo me girîng in. Niha hin xûyên ku jiyana ciwanên me dixa nav xetereyê hene. Ji bo ku em hêj di serî de van xûyan asteng bikin, divê em teqez dînê wana hînê wan bikin û dîn bi wan bidin hezkirin."
Piştî axaftinan zarokên ku di koma îlahiyan a Koroya Zarokên Mezlûm ên Cîhanê de cî digirin, ji bo misilmanên li Filistîn, Xeza, Sûriye, Arakan û Afrîkayê dia kirin û helbest xwendin.
Bi qasî 400î zarokên ku di kursên Qur'anê de perwerdeyê dibînin beşdarî bernameyê bûn. Di dawiya bernameyê de diyariyên cur bi cur dan zarokan.