Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê komîsyona lêkolînê ya bi hevkariya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî û NYê hatiye pêkanîn Edmond Mulet diyar kir ku di meşandina xebatên xwe de rastî zextan tên.
Mulet, der barê geşedanên dawî de agahî da endamên Konseya Ewlehiya NYê.
Mulet got îro rapora 6emîn pêşkêî konseyê kirine.
Diyar kir ku tesbîtkirina failên çekên kîmyayî di berpirsiyariya mîsyona NYê de ye û Sûriyê jî çeka kîmyayî bi kar aniye û ev yek bi raporên zanistî jî hatiye isbatkirin.
Herwiha got dê meha çiriya pêşîn raporeke berfireh li ser êrişa Xan Şêxûn a meha nîsanê û Ummû Xoşa îlona 2016an jî amade bikin.
Di rapora hefteya borî de hatibû tesbîtkirin ku li Xan Şêxûnê çeka kîmyayî hatiye bikaranîn.