Türkan Tosun
26 Nîsan 2020•Rojanekirin: 27 Nîsan 2020
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Dr. Mehmûd Nuriyê Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Yezd Şehîd Saduqî der barê dergûşê da agahî da.
Nurî daxuyand jineke bi nexweşiya vîrusa koronayê ya nû ketiye 40 roj berê zarokekî bi navê Emir Ersalan ê 800 gramî anî dinyayê.
Nurî got di zarokê da jî vîrus hat tespîtkirin lê ew ji vê nexweşiyê filitî û niha jî 1200 gram e.
Nurî anî ziman dayika dergûşê jî ji vîrusa Kovîd-19yê filitî û rewşa wan baş e.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt belav bûbû.
Ji îro pê va jî hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê mirin gihîşt 5 hezar û 710î, hejmara kesên bi vîrusê ketin jî gihîşt 90 hezar û 481an.