Fatih Gazioğlu
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê li ser bûyerên ku li Besrayê diqewimin wiha got: "Em bangî hêzên ewlehiyê û çalakvanan dikin ku mafê xwe yê protestoyê bi aştiyane bi kar bînin. Ji bilî vê bila dîplomat û tesîsên li wan deran biparêzin."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê li ser bûyerên Besrayê û tundiya ku dijî dîplomatan tê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Naurtê destnîşan kir ku mafê protestoyê yê aştiyane û mulkiyeta taybet di çarçoveya Qanûna Bingehîn a Iraqê da tê parastin û wiha dewam kir: "Em bangî hêzên ewlehiyê û çalakvanan dikin ku mafê xwe yê protestoyê bi aştiyane bi kar bînin. Ji bilî vê bila dîplomat û tesîsên li wan deran biparêzin."
Ji sedî 80yî nefta Iraqê ji bîrên bajarê Besrayê tê derxistin lê li bajêr pirsgirêkên wekî çûyîna ceyranê, bêkarî, pirsgirêka avê û pêwîstiyên bingehîn rû dan û ji ber van kêmasiyan jî di 8ê Tîrmehê da çalakiyan dest pêkiribû.
Ji destpêka çalakiyan heta niha ji 20î zêdetir sivîl hatin kuştin û wezîfedarên ewlehiyê jî di nav da bi sedan kes jî birîndar bûn.