Nihat Kavşut
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
WASHINGTON
Jîm Mattîsê Wezîrê Parastina Amerîkayê destnîşan kir heta ku li Sûriyeyê aştî çênebe Amerîka wê hêzên xwe ji Sûriyeyê venekişîne.
Mattîs li Wezareta Parastinê (Pentagon) Ofîsa Çapemeniyê ziyaret kir û bi rojnamevanan ra axivî.
Jîm Mattîs diyar kir ku îro wê bi Staffan de Misturayê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra bicive û li ser îstiqrara Sûriyeyê biaxivin.
Mattîs destnîşan kir ku Amerîka ji ber Qanûna Rayeya Emilandina Hêza Eskerî ku dijî El Qaîde û rêxistinên têkildar di sala 2001an da hat derxistin li Sûriyeyê ye û der barê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê da wiha axivî: "Li herêmê piraniya dewletan ji ber tiştên ku Îran li wir dike bi fikar in. Armanca me ev e: (Ya DEAŞê) Em dixwazin ji hêla fizikî û erdnîgariyê va xilafetê biqedînin û li meydanê şer qezenc bikin. Heta diplomat aştiyekê çênekin em naxwazin vekişin. Meriv pêşiyê di şer da bi ser dikeve û peyra di aştiyê da bi ser dikeve."
Jîm Mattîs der barê rewşa li Sûriyeyê da diyar kir ku him dijî DEAŞê şer dikin û him jî dixwazin di hevdîtinên ser Sûriyeyê da ku li Cenevreyê dewam dikin dixwazin bigihêjin encamê.
Mattîs li ser pirsa nûçegihanê Ajansa Anadoluyê ya "Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyanî da û diyar kir ku ji bona Minbicê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da nexşerêyeke hevbeş heye, hûn der heqê modela Minbicê da çi dikarin bibêjin?" wiha got: "Di mijareke ku em û mutefiqên xwe yên NATOyê cuda difikirin da xebat dewam dikin û em diaxivin. Ez tenê dikarim bibêjim ku ez der barê hevdîtinan da têm agahdarkirin û lê ez amade nînim ku der barê mijarê da biaxivim."