Muhammet Kurşun
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bi telefonê digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî.
Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Brîtanyayê, Mayê serê sibehê telefonî Nêçîrvan Barzanî kir û li ser mijarên di rojevê de guftûgo kirin.
Mayê di axaftina telefonî de bal kişand ser wê yekê ku Brîtanya wek di referandûma 25ê Îlonê de piştgiriya yekparçeyiya axa Iraqê dike. Herwiha diyar kir ku daxuyaniya Barzanî ya li ser rêzgirtina biryara Mehkemeya Federalî ya Iraqê ji bo wan şayanê teqdîrê ye.
Mayê herwiha anî ziman ku dê welatê wê di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo parastina maf û nasnamey Kurdan mucadeleya xwe bidomîne.
Herdu aliyan li ser têkiliyên digel Bexdayê yî tekîda hevdîtin û diyalogê kir û bal kişandin ser wê yekê ku di çarçoveya mekanîzmayeke hevpar de ji bo seferên li balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê dest pê bikin jî dê hewlên xwe bidomînin.
Mayê piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî careke din dubare kir û got ji bo bihêzbûna saziyên Herêmê di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de divê reform bidomin. Herwiha teyîda li ser hemahengiya di şerê li dijî terorî de kirin.
Mayê, daxwaza xwe ya li ser wê yekê anî ziman ku ji bo nirxandineke berfirehtir li ser mijaran û pêşvebirina çareseriyan dê kêfxweş bibe ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Londrayê biezimîne.