Muhammet Kurşun
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê der barê şerê li Pirdê de ragihand ku: "Hêzên Iraqê, ji wan jî Heşda Şebiyê ku ji aliyê Îranê ve tê destekkirin li Pirdê êriş dikin ser Pêşmerge."
Encumena Asayişê li ser hesabê xwe yê fermî yê twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Heşda Şebiya bi piştgiriya Îranê bi çekê Emrîkayê êrişî Pêşmerge dike.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê li Pirdê û hat bibîrxistin ku Heşda Şebî bi çekên Emrîkayê li Pirdê êrişeke berfireh dibe ser hêzên Pêşmergeyê Herêma Kurdistana Iraqê."