Muhammet Kurşun
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Qesra Spî General Herbert Raymond McMaster daxuyaniya xwe ya li ser Tirkiyê serast kir û got: "Ez bi tifaqeke bihêz ya digel Tirkiyê pir bawer im."
McMaster di hevpeyvîna taybet a digel AAyê de ku bi nivîskî hat kirin, îzahata axaftina xwe ya roja sêşemê der barê Tirkiyê de kir.
McMaster ragihand ku ew di axaftina xwe de li ser rêxistinên terorî û rêxistinên ku îdeolojiyên radîkal belav dikin sekiniye û li ser gotinên xwe yên der barê Tirkiyê de jî wiha şirove kir:
"Min bal kişand ser wê yekê ku ji bo birrîna fînansmana kesên ku li ser esasê îdeolojiyeke bêdîn nefret û tundiyê teşwîq dikin, Tirkiye û Amerîka bi hev re dikarin gelek tiştên zêdetir bikin."
- "Ez bi tifaqeke bihêz ya digel Tirkiyê pir bawer im."
"Amerîka û Tirkiye, bi mittefiqên din re li ser vê tehdîdê (îdeolojiyên radîkal) divê bi hev re bixebitin. Wek Serok Trump ez jî bi tifaqeke bihêz ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pir bawer im." digel van gotinan McMster wiha axivî:
"Ez bi guhdarîkirina qehremaniyên eskerên Tirkiyê yên di Şerê Koreyê de mezin bûm. Herdu welat li dijî tehdîdên tundreviyê bi hev re dikarin mucadeleyê bikin."
Li ser şerê DEAŞê jî wiha nirxandin kir:
"Em bihêzkirina sînorên Tirkiyê, rêgirtina li ber şervanên biyanî û têkoşîna Tirkiyê li dijî DEAŞê dizanin û van hewldanan destek dikin. Emê ji bo têkbirina DEAŞê vê bidomînin."
Herwiha McMaster wiha domand:
"Amerîka wek bi dehê salan e me kiriye emê di şerê li dijî PKKê de li cem Tirkiyê cih bigirin. Amerîka demeke dirêj e piştgiriya Tirkiyê dike û dê bidomîne. Tirkiyê fêdeyên reform, modernîzm, miyanrewî û pêşkeftinê bi awayekî eşkere nîşanî alema Îslamî daye. Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn hê jî muhtacî wê yekê ne ku Tirkiye vê rêyê zêdetir nîşan bide."