Muhammet Kurşun
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyozê Emrîkayê Douglas Silliman kir û got: "Ji destpêkê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexwestiye ku şer û pevçûnên eskerî di nav Hewlêr û Bexdayê de derkeve."
Li gor malpera hikûmetê Barzanî li Hewlêrê li Avahiya Serokwezîriyê digel cîgirê xwe Qubad Talebanî, Berpirsê Têkiliyên Derveyî Felah Mistefa û Fûad Huseyin ve pêşwaziya heyeta Emrîkayê kir.
Di civînê de Balyozê Emrîkayê Silliman fikarên welatê xwe li ser bûyerên herêmên binîqaş anî ziman û daxwaz kir ku herdu alî jî ji bo bidawîanîna vê tevliheviyê hewlên ciddî bidin. Silliman got ji bo çareseriya pirsgirêkan divê herdu alî bikevin diyalog û agirbesta heyî jî berdewam bibe.
Herwiha piştgiriya Emrîkayê ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî ji bo çakkirin û normalîzekirina rewşa siyasî ya li Herêmê ragihand.
Di beramberî Silliman de Nêçîrvan Barzanî jî behsa bûyerên rabirdûyê kir û wiha axivî:
"Ji destpêkê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexwestiye ku şer û pevçûnên eskerî di nav Hewlêr û Bexdayê de derkeve. Ji bo vê armancê jî gelek beyanname ji bo destpêka diyalogê ragihandine. Lê li hemberî van gavên me Bexdayê hewla wê yekê da ku zexteke zêdetir li ser Herêmê çêke. Bexdayê di vê navberê de êriş anî ser me, Pêşmerge jî berevaniya xwe û navçeyên xwe kiriye."
Barzanî careke din amadehiya xwe bo diyalog û guftûgoyê ragihand û got:
"Herêma Kurdistanê ji bo guftûgo û diyalogê amade ye û di vê mijarê de rola civaka navneteweyî pêwîst e."
Serokwezîrê Herêmê bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Herêmê hewla wê yekê dide ku rewş asayî bibe û digel aliyên cuda têkiliyan xurt bike. Herwiha got ewê di 8 mehên bê de hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bikin.