Hakan Çopur
19 Nîsan 2024•Rojanekirin: 19 Nîsan 2024
Li gor Medyaya Amerîkayê ku çavkanî rayedarên Amerîkayî ne, hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye.
Pêşiyê kanala ABC Newsê rayedarekî Amerîkayî çavkanî nîşan da û ragihand ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye û di pey ra jî CBS News û CNNê ev nûçe ji şopînerên xwe ra ragihandin.
Di nûçeyan da rayedarekî Amerîkayî ku nav nehat eşkerekirin û weke çavkanî hat nîşandan, hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi saeta herêmî di şeveqa roja înê da êrîşî Îranê kiriye.
ABC Newsê destnîşan kir, îdiayên ku Îsraîlê di heman demê da li Sûriye û Iraqê jî êrîşî hin deveran kiriye nehatiye piştrastkirin.
Rayedarekî Amerîkayî ku ji CNNê ra axivî, got ku rêvebiriya Bîden "êrîşa dijî Îranê erênî nabîne" û Amerîka naxwaze li herêmê pevçûneke mezin derkeve.
- Îsraîlê beriya êrîşê agahî daye Amerîkayê
Rayedar diyar kir ku Îsraîlê beriya êrîşê roja pêncşemê agahî daye ku wê "dijî Îranê êrîşeke sînordarkirî bikin" û Amerîkayê "piştgirî nedaye vê êrîşê."
Rayedar diyar kir ku herêma ku lê êrîş pêk hatiye tesîseseke nukleerî nîne.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê û Pentagon der barê êrîşê da hê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Çapemeniya Îranê ragihandibû ku li bakurê rojhilatê eyaleta Îsfexanê ku Baregeha Hêzên Asîmanî ya Îranê lê ye dengên teqînê hatiye.
Piştî teqînên li eyaleta Îsfexanê li hin herêmên welêt û Tehran, Îsfehan û Şîrazê seferên balafiran hatin rawestandin.