Muhammet Kurşun
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Derveyî Welatî Sigmar Gabriel îro li Berlînê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî dikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriya Almanyayê hatin wergirtin dê îro Merkel û Barzanî li paytextê vî welatî Berlînê bicivin.
Piştî civîna digel Merkelê dê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel re jî bicive.
Berî civîna Barzanî û Gabriel dê daxuyaniyeke çapemeniyê were belavkirin.
Li gor agahiyan tê çavnêrîkirin ku di civîna Barzanî û Merkelê de têkiliyên dualî yên Herêma Kurdistan û Almanyayê, têkoşîna li dijî rêxistina terorî DEAŞê, arîkariya eskerî ya ku Almanya dide Pêşmerge û destpêka guftûgoyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de bên nirxandin.
Herwiha dê zext û guvaşa navneteweyî ya li ser Bexdayê ji bo vekirina balafirgehan û asayîbûna têkiliyên Herêm-Iraqê jî bên axaftin.
Piştî ziyareta Almanyayê tê diyarkirin ku dê Barzanî û heyeta pê re seredana Brîtanya û çend welatên din ên Ewropayê jî bike.
Nêçîrvan Barzanî berî çendakê seredana Fransayê jî kiribû û bi Serkomarê Fransayê Emmanuel Macron re jî kom bûbû.