Elif Orhan
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ÎDLIB
Şahidên êrîşa çekên kimyewî ya ku rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê duh li bajarê Îdlibê kir tesîra xaza klorê ya ku rû bi rû man û tiştên hatine serê wan qise kirin.
Ji peywirdarên Parastina Sivîlan a Serakîbê Mihemed Hec Yûsif der barê êrîşa ku duh rejima Esed bi çekên kimyeyî kir de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Yûsif got ku "Ji bêtelan agahî giha me ku firokeya rejimê bi bombeya warêlê ya ku bi xaza klorê barkirî ye êrîş kir. Em çûne cihê bûyerê û kesên ku mabûn bin tesîra xazê de sewqî nexweşxaneya herî nêz kir."
Yûsif diyar kir dema ku bi birîndaran re eleqedar dibûn dereng ferq kirin ku mane bin tesîra xazê de û wiha axivî: "Lê belê agirê bedena min zêde bû. Dilê min li hev ket, bêhna min çikiya û serê min gêj bû. Doxtorên li nexweşxaneyê cilên me ji me kirin û em şûştin. Midaxaleya hewce dikir hat kirin."
Ji şahidan Iyyad Kefrentotî ev gotin:
"Em li malê 6 kes bûn. Di anonsa bêtêla ku çavdêrxaneyê kir de agahî giha me ku firokeya rejima Esed ket asîmana navçeya Serakîbê. Du bombeyên warêlê hatin avêtin lê neteqiyan. Hevalekî ku ji stargehê derket got ku 'Bêhna klorê heye.' Me hewl da ku em birevin cihên bilind, ser ban. Du hevalên me ji hiş çûn. Em bêtir man bin tesîrê de. Agirê me derket. Em vereşan."
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê ev du mehên dawîn in ku rastî êrîşên asîmanî tê. Di êrîşên kanûna paşîn tenê de 211 sivîl mirin, hezar û 447 jê birîndar bûn.
- Tespîta çavdêrxaneyê
Li gor agahiya ku çavdêrxaneya balafiran a mixalifan dan nûçegihanê AAyê ya li navçeya Serakîbê ya Îdlibê firokeyên rejima Esed duh bi saeta Tirkiyeyê dora saet 22.00ê de ji "dibistana tankan" a li rojhilatê bajarê Hamayê bi firê ketin.
Firoke bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.24an de di nav bombeyên warêlê de êrîşa xaza klorê bir ser kolana Oraybiyê ya li rojhilatê navçeya Serakîbê.
Di êrîşa ku 200 sivîlên ku li qada kîlometrokareyekî de dijîn hedef girtin de 3 jê sivîl 12 sivîl man bin tesîra xazê de.