Türkan Tosun
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê daxuyand rejima Sûriyeyê ji ber ku li Îdlibê dijî sivîlan xaza klorê bi kar tîne Amerîka bi awayekî cidî bertekê nîşanî vê dide.
Berdevka Wezaretê Heather Nauertê ji ber ku hêzên rejimê li Seraqiba navçeya Îdlibê bi bombeyên xaza klorê va êrîşî cihên ku sivîl lê dijîn kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha got: "Ji ber îdiaya tê gotin rejima Sûriyeyê li Seraqiba navçeya Îdlibê li hember gelê sivîl ê bêguneh xaza klorê bi kar aniye, Amerîka bi awayekî cidî tevdigere."
Nauertê got di nav meha dawîn de rejimê 6 caran êrîşên bi vî rengî kiriye û divê li hember rejima Beşar Esed zêdetir bertek bên nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat gotin Wezîr Rex Tîller meha borî li Parîsê gotibû Rûsya jî ji ber êrîşa Xûtaya Rojhilat berpirsyar e û li ser rejima Sûriyeyê zextê nake ku rejim sozên ku daye bi cih bîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê Sûriyeyê êşê dikşîne û dinya jî vê temaşe dike."