Haydar Şahin,Abdullah Tel
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
QUDS
Piştî nimêja înê ya ku li Mescida Eqsayê hat kirin welatiyên Filîstînê biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike protesto kirin.
Filîstîniyan sloganên li dijî Trumpê Serokê Amerîkayê û Îsraîlê berz kirin û di kûçeyên Bajarê Berê da meşiyan, di navbera filîstîniyan û polêsên Îsraîlê da xirecir derket.
Di navbera polêsên Îsraîlê yên ku gelek rêyên Qudsê birîn û çalakvanên filîstînî da gengeşî dewam dike.
Li gor daxuyaniya Hîva Sor a Filîstînê, polêsên Îsraîlê li ber Deriyê Şamê yê li Bajarê Kevn yek ji Filîstînê birîndar kirin.
Çalakvanan sloganên wekî "Umeteke ku fermandarê wê Mûhemmed e histûyê xwe xwar nake", "Trumpê tirsonek", "Quds ya ereban e" avêtin. Çalakvan protestoya xwe li ber Deriyê Şamê didomînin.
Li bajarê pîroz ku yekîneyên polêsên siwarî û peya li bi cî bûne ragêşî dewam dike.
Mudaxaleyî çalakiyên li Şerîeya Rojava kirin
Ji hêla din va biryara Amerîkayê ya Qudsê li bajarên cihê yên Şerîeya Rojava jî hat protestokirin. Eskerên Îsraîlê mudaxaleyî çalakiyên li El-Xelîl, Nablûs û Kalkiliyyeyê kirin.
Li mizgeftên bajarên Remellah, Nablûs, Tulkerm, Kalkiliyye, Cenîn, Beytullehîm, Selfit û El-Xelîl a Şerîeya Rojava dikevin piştî nimêja înê çalakiyên protestoyê hatin kirin.
Çalakvanan bi dirûşmeyan biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê da şermezar kir û alayên Filîstînê hejandin û wêneyên Mesceda Eqsayê bilind kirin.
Eskerên Îsraîlê li du bajarokên Bab ez-Zawiye û Kalkiliyyeyê nêzî bajarê El Xelîlê û li Kusraya nêzî Nablûsê bi xaza çavşewitandinê, fîşekên rastîn û plastîk va mudaxaleyî çalakvanan kirin.
Gelek filîstîn ji ber xaza bi ser van va hat reşandin nikaribûn behnê hildin û hindik ma ku bifetisin.
Aktîvîstê Komîteya Liberxwedana Gel Murad Îştîvî got ku eskerên Îsraîlê yek jê rojnameger çar kesên filîstînî bi guleyan birîndar kirin.