Muhammet Kurşun
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji bo nirxandina mijarên dualî û herêmî dê 11ê Kanûna Pêşîn roja duşemê Enqereyê ziyaret bike.
Gotebêjê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, diyar kir ku Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, dê 11ê Kanûna Pêşîn wek dawetiyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan seredana Enqereyê bike.
Kalin destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên dualî û herêmî bên nirxandin û li ser geşedanên dawîn der barê Qudsê de werin axaftin.
Kalin bal kişand ser wê yekê ku dê rewşa Sûriyê, mijarên herêmî û navneteweyî jî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bên guftûgokirin.