Türkan Tosun
30 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Mizgefta li navenda Îdlibê ya ku 40 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye bû mala 49 malbatên ji ber êrîşan reviyan.
Sivîlên bê kinc û bê xwarin vê zivistanê xwe spartine mizgeftê û bi alîkariya Hîva Sor a Tirkiyeyê hewl didin bijîn.
Sivîl dia dikin ku êrîş biqedin û ew vegerin malên xwe.
- "Em li vê mizgeftê hewl didin bijîn"
Ebdula Şerafettînê ku bi malbata xwe va xwe spartiye mizgeftê ji nûçegihanê AAyê ra got wî ji ber bombebaranê zarokên xwe jî hildaye û xwe spartiye mizgeftê.
Şerafettîn wiha axivî: "Tu cih mîna mala merivan nabe. Li vir ji ber ku gelek sar e em nikarin razên. Ez, jina min û 6 zarokên min em 9 roj berê hatin. Em li vê mizgeftê hewl didin bijîn."
Jina wî Selva Şerafettîn jî got bi bombeyên warêlan va êrîşî malên wan hatiye kirin, ew mecbur mane birevin û wiha axivî: "Me li ber xwe neda û em ber bi Îdlibê ra reviyan. Ji aliyekî din va em him li hemberî sermayê û him jî li hemberî şer li ber xwe didin. Jiyan li vir pir zehmet e, em nikarin razên. Cihekî din jî tune em herin. Em li wir ji ber pevçûn û bombeyên balafiran nikaribûn razên, li vir jî ji ber sermayê. Zarokên min nexweş ketin. Ji Xwedê tekane daxwaza min ew e ku ev şer dawî bibe û em herin malên xwe."
Fatma Ehmedî jî got ew ji herêma Marat El Numanê 2 roj berê reviyane, bi saya alîkariyan ew li ser piyan dimînin û spasiya kesên alîkariyê dişînin, kir.
- "Em li mala Xwedê ne"
Reyhan Aheyê jî hestên xwe wiha anî ziman: "Em li mala Xwedê ne. Em li cihê herî baş in. Cihekî ji vir ewletir tune."
Bajarê Îdlibê ji destpêka şerê navxweyî vir va bûye keleha komên çekdar ên dijî rejimê û mixalifan. Ji ber koçê nifûsa Îdlibê gihîştiye 4 milyonan. Di Adara 2015an da kete destê mixalifan. Îdlib di nav herêmên sereke yên ji hêla rejimê va êrîş li ser tê kirin da ye.
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.
Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.