HALEP
Piraniya kesên ku ji gundên hawirdora Kobanêyê direvin xwe dispêrin Tirkiyeyê. Kesên ku xwe sipartin malên xizmên xwe yên nêzî sînor jî nikarin xwarinê peyda bikin.
Tevahiya bi qasî 360 gundên nêzî Kobanêyê ji ber pevçûnan hat valakirin, kontrola hin ji van gundan ket destê DÎŞIyê. Hat ragihandin ku pevçûn 7 kîlometro dûrî navenda bajêr berdewam dikin.
Li Kobanêyê cêyran hatin birîn û li hin navendan bi jeneratorê cêyranê didin. Hewceyiya xwarinê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn. Bi taybetî av û nanên ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re digihînin herêma tamponi didin hecedaran.
Di vê navberê de kesên ku di pevçûnên nava rojê de birîndar bûn ji Derîyê Sînor ê Murşîdpinarê re derbasî Tirkiyeyê kirin. Hat dîtin ku hin kurdên sûriyeyî jî vegeriyan Kobanêyê.