Muhammet Kurşun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara Mehkemeya Federal a Iraqê wiha got: "Ewan bi yekalî biryar daye. Bêyî ku nûnerên Herêma Kurdistanê li wir mehkemeyê amade bin biryar dane."
Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna Lijneya Wezîran li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û piştî daxuyaniya giştî cewaba pirsên rojnamevanan da.
Der heqê biryara Mehkemeya Federal a Iraqê ku diyar kir "Referandûma Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û divê were betalkirin" wiha got: "Me berî referandûmê jî û piştî wê jî her gotiye ku eger destûra Iraqê were bicihkirin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Lê belê Destûra Iraqê destûreke wisa ye ku divê hemû maddeyên wê werin bicihkirin. Mixabin Bexda pirî caran behsa destûrê dike lê ew maddeyên ku di mesleheta wan de ye bicih dikin. Sedemên ku rê li ber referandûmê vekirin hazirnebûna Iraqê bû li ser bicihanîna destûrê. Eger Bexda ji serî ve amade bûya hewceyî bi referandûmê jî û tiştên din jî nedikir. Di destpêka destûrê de jî dibêje pabendbûna destûrê yekbûna Iraqê diparêze."
Barzanî bangewaziya civaka navneteweyî jî kir û got eger Bexda ciddî be di mijara çareseriya probleman de divê hemû destûrê madde bi madde bicih bike. Barzanî wiha dewam kir:
"Şiroveya me li ser maddeyên destûrî ji ya wan cudatir e, rast e. Loma jî pêwîstiya me bi aliyekî sêyem heye ku arîkariya me bike da ku em kêşeyên xwe li ser esasê destûra Iraqê çareser bikin. Pirs ev e gelo rêveberên Iraqê li vî welatî îstiqrarê dixwazin an na. Eger bixwazin divê ciddî bin di diyalog û çareseriyan de. Divê hemû destûr were bicihkirin ne ku maddeyên jê bikişînin û li gor meslehetê xwe bixebitînin."
Barzanî got ewan ev mijar bi Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û Wezîrê Derveyî Amerîkayê Rex Tillerson jî nirxandiye.
Li ser heman biryara mehkemeyê wiha got:
"Biryara mehkemeyê nihayî ye, careke din temyîz nayê kirin. Ev dawî ye. Ewan bi yekalî biryar daye. Bêyî ku nûnerên Herêma Kurdistanê li wir mehkemeyê amade bin biryar dane.
Li ser nameya Sekreterê Neteyên Yekbûyî, Nêçîrvan Barzanî agahî da û got ewan behsa diyalog û guftûgoyê kiriye di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha axaftina telefonî ya digel Wezîrê Derveyî yê Amerîkayê Rex Tillerson jî bi bîr xist û got wan tekîda diyalogê kirine.
Li ser deverên ku Pêşmerge vekişiyaye wiha agahî da:
"Pêşmerge vekişiyaye da ku şer çênebe. Dîsa jî mixabin li çend cihan pevçûn derket. Me hewl daye ku bi diyalogê çareser bibe. Me li ser vê xeber daye ku careke din şer dernekeve."
Der heqê pirseke hilweşandina referandûmê jî wiha cewab da:
"Em behsa hilweşandin an tiştekî din nakin. Mehkemeya Federal şiroveya maddeyeke destûrê kiriye, me jî rêz li wê maddeya destûrê girtiye. Gotina min ev e; Eger Iraqê rêz li desturê girtiba û ew maddeyên destûrê bicih kiribana ew muşkîleyên rûdidin yek jê jî çênedibû. Heqê Kurd di destûra Iraqê de hatiye bicihkirin, ne qanûnek dikare vê betal bike ne jî aliyekî din. Eger destûr bi cih bibe tu muşkîle di navbera Hewlêr û Bexdayê de namîne."
Ji bo îddiayên hikûmeta demkî jî wiha cewaba pirsan da:
"Hikûmeta demkî dê çi bike ya ku em nakin? Jixwe ev hikûmet jî demkî ye, kîjan partî çi dixwaze bila di vê hikûmetê de bike. Hemû beşdar in jixwe. Emê bi hemû partiyan re guftûgoyê bikin û biryarekê bidin. Heta hilbijartinê emê biryarekê bidin."
Ji bo hinardina nefta Kerkûkê jî destnîşan kir ku heta niha tu hevdîtin û peyman nehatine kirin û ew jî aliyekî meseleyê ne.
Barzanî careke din dubare kir ku Tirkiye yekem welat bû ku arîkariya zelzelezedyan kir û loma jî sipasiyê dikin. Li ser seredanê jî got eger îmkan rê bidin dê bi kêfxweşî ziyaretê bike.