02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku dê Nûneriya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bê vekirin lê ji ber qeyrana aborî biderengî ketiye.
Dizeyî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ragihand ku Tirkiyê ji bo vebûna Nûneriya Herêma Kurdistanê li paytext Enqereyê rizamendî nîşan daye lê wan ji ber bêîmkaniyê nikariye heta niha vekin.
Dizeyî diyar kir ku Tirkiyê berî 6 mehan razî bûye ku nûnerî were vekirin û got: "Tirkiyê berî 6 mehan rizamendî nîşan da ku Nûneriya Herêma Kurdistanê li Enqereyê were vekirin. Lêbelê ji ber rewşa aborî ya li herêmê me nikariye nûneriya xwe vekin. Lê bi awayekî giştî biryar ji bo vekirinê hatiye dayîn, lê dem ne diyar e."