Muhammet Kurşun
02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
WASHINGTON
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Sipî Michael Flynn, derbarê ceribandina moşeka balîstîkî ji aliyê Îranê ve ragihand ku "Ji îro pê de em resmen hişyariyê didin Îranê."
Flynn, di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî de li ser ceribandina moşeka balîstîkî ji aliyê Îranê ve diyar kir ku Rêvebiriya Donald Trump ji çalakiyên heyama dawîn ên Îranê aciz e.
Şêwirmendê Qesra Spî, Tehran ji ber ceribandina moşeka balîstîkî, êrişa Hûsiyan ya li ser Siûdî ku bi piştgiriya Îranê hereket dikin jî sûcdar kir û got: "Ev bûyer, çalakiyên Îranê ên li ser bêîstiqrarkirina Rojhilata Navîn bi awayekî eşkere nîşanî raya giştî ya navneteweyî didin."
- Li dijî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye
Flynn diyar kir ku ceribandina moşeka balîstîkî ji aliyê Îranê ve li dijî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi jimare 2231ê ye û anî ziman ku çalakiyên Hûsiyên bi piştgiriya Îranê li Yemenê muttefiqên Îranê ên li Rojhilata Navîn rasterast tehdîd dike.
Flynn got: "Rêvebiriya Obama, di bersivdayîna gavên nêtxerab ên Îranê de biser neketiye, têkçûye. Lê Rêvebiriya Trump van çalakiyên Îranê şermezar dike. Îran, ewlehî, refh û îstiqrara Rojhilata Navîn dixe xetereyê. Herwiha jiyana Emrîkiyan jî dixe bin rîskê de."
Flynn bibîr anî ku peymana nukleerî ya bi Îranê re ji aliyê Serokê Emrîkayê Donald Trump ve gelek caran hatiye rexnekirin û got: "Ji îro pê de em resmen hişyariyê didin Îranê."