02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva ji bo biryara Îsraîlê ya ku wê li ser axa Filistînê 3 hezar avahiyên nû çêbike, bertek nîşan da.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn de wiha hat gotin:
"Em biryara hikûmeta Îsraîlê ya ku wê li ser axa Filistînê 3 hezar avahiyên nû çêbike şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Îsraîlê lazim e hişyariyên civatên navneteweyî guhdar bike û li gor hiqûqê hereket bike.