Türkan Tosun
07 Adar 2021•Rojanekirin: 07 Adar 2021
Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan ê li Iraqê ziyareta xwe didomîne, hat Hewlêrê.
Balafira ku Papa tê da ye gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rayedarên hikûmetê û serokên dînî yên li herêmê bi merasimekê va pêşwaziya Papa kirin.
Piştî hevdîtina bi Barzanî ra Papayê bi firokeyê va here Mûsilê.
Papayê li herêma Qereqûşê ya ku zêdetir Xrîstyan lê dijîn ziyaret bike û li wir biaxive. Paşê ewê dîsa wê vegere Hewlêrê û li Stadyuma Franso Herîrî ayînekê bike.
Papa wê êvarê vegere Bexdayê, şevekê li wir bimîne û serê sibê jî wê here Romayê.
- Ziyaretên Papa yên li Iraqê
Papa Francîscus rojek berê li Bexdayê bi Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokomar Berhem Salih ra hevdîtinek kiribû.
Papa çûbû ziyareta Dêra Seyyîdetul Necatê.
Di roja duyem a ziyareta xwe da jî Papa li Necefê bi pêşengê dînî yê herî mezin ê Şiiyan Elî es-Sîstanî ra hevdîtinek kiribû.
Piştî Necefê Papa çûbû Nasiriyeyê û li bajarê kevn Urê ya ku wisa tê bawerkirin Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê ziyaret kiribû.
- Cara ewil e Papa Iraqê ziyaret dike
Papa Francîscus ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) serdanên xwe yên li dervayî welêt yên di sala 2020î da betal kiribû. Piştî 16 mehan Francîscus cara ewil e serdana dervayî welêt dike û di dîrokê da cara ewil e Papa Iraqê ziyaret dike.
Papa Francîscus serdana xwe ya li Iraqê wê di 8ê Adarê da biqedîne.