05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi sedema ku li Amûdêya navçeya Hesekêya Sûriyê êrîşî endamên Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) kir û ala herêma Kurdistanê şewitand, PKK/PYDya rêxistina terorê şermezar kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Parlementoya HKIyê hat dayîn, ji ber ku êrîşî endamên ENKSê kirin û alaya herêma Kurdistanê şewitandin, PYDya rêxistina terorê hat şermezarkirin û hat gotin ku "ev li dijî hemû kurdan hatiye kirin".
Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîşa PYDê ya dijî endamên ENKSê "nayê qebûlkirin" û wiha hat gotin: "Em bangî PYDê dikin ku dawî li van kirinên xwe bîne. Kesên bê sûc û guneh ku ji aliyê PYDê va hatine desteserkirin, divê demildest bêne berdan."
Di daxuyaniyê da gelê ku li ber PYDê berxwe da, hat pîrozkirin û wiha hat gotin: "Siberoj wê bibe ya wan kesên ku di rêçika aştiyê da li ber xwe didin."
Serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî jî li ser êrîşa ku PKK/PYDya rêxistina terorê li bakurê Sûriyê bir ser xwepêşandêran wiha gotibû: "Kesên ku ev sûc kir, wê teqez bedela wê bidin."
ENKSê roja înê li Amûdê protesto li dar xist û endamên PYDya rêxistina terorê bi çek midaxaleyî wan kiribû û êrîşî avahiya partiya wan jî kiribû û edamên ENKSê birîndar kiribûn.