04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
DUHOK
Li Amêdiya navçeya Duhoka Herêma Kurdistanê ciwanekî ku dixwest here ziyareta gundê xwe ji hêla milîtanên rêxistina terorê PKKê va hat kuştin.
Endamê Meclisa Bajêr ê Duhokê Rizgar Sidqî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ciwanê bi navê Beroj Remezan (27) dema ku bi 2 hevalên xwe va diçe gundê xwe Sigereyê rastî êrîşa milîtanên PKKê tê. Sidqî got ku Remezan di vê êrîşê de tê kuştin.
Sidqî diyar kir, PKKê du ciwan desteser kiribûn û demekê şûnda ew berdabûn, lê ji ber ku rêxistinê ew tehdît kirine, newêrin biaxivin. Sidqî gotbi bîr xist ku ev êrîş cara ewil nayê kirin.
Rêber Sadiqê pismamê ciwanê ku hat kuştin jî daxuyanî da medyaya herêmê û got ku Ramazan bi hevalên xwe ra ji bo gerê çû gund, lê milîtanên PKKê gule berdanê û kuştin.
Sadiq wiha dewam kir, "Me piştrast kir ku bi destê PKKyiyên li wê herêmê 'gule hatine agirkirin'. Lê îdia kirin ku armanca wan 'ne kuştina ciwanan lê tirsandin e'. Lêbelê herçiqas wisa îdia bikin jî ciyê ku pismamê min hat kuştin bi tenê 2 kilomêtro dûrî baregeha wan e."
Bi sedan gundên li ser sînorê Iraqê yê Tirkiyeyê ji aliyê rêxistina terorê PKKyê va hatine dagîrkirin. Xelkê herêmê nikare biçe van gundên ku PKKyê lê kamp, baregeh û noqteyên kontrolê ava kirine. Xelk dema dixwaze biçe gundê xwe û di bax û rezên xwe da bişixulin, rastî astengkirina PKKyê tên."
Qaymeqamê navçeya Sorana girêdayî Hewlêrê Kurmanc Îzzet di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da diyar kiribû ku hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li herêmê dibe sedema mirina merivan û ziyana malê xelkê û wiha xeberdabû:
"PKK ji sala 1991ê heta niha 650 gundên herêma Sîdekana Hewlêrê, Mêrgesor û devera Behdînanê dagîr kiriye û destûrê nade ku gelê herêmê biçe gund û malên xwe û wan deran îmar bike. 25 sal in ku rêxistinê eraziyê gel dagîr kiriye, me her çend hişyarî dabe jî van deran vala nake. Ji ber ku PKKyî li van deran in, ev der cihê pevçûnê ne. Li vê derê hebûna rêxistinê can û malê gelê me dixe talûkeyê û dibe sedema zaiyatên giran."