Haydar Şahin
20 Sibat 2021•Rojanekirin: 21 Sibat 2021
Partiya Civata Îslamî ya Kurdistanê (Komel) ya li Iraqê navê xwe wekî "Komela Dadgerî ya Kurdistanê" guherand.
Kongreya 4an a partiyê di 18-19ê sibatê da li Navenda Fuar û Kongreyê ya Taslucayê ya li Silêmaniyê hat kirin.
Li gor encamnameyê di kongreya bi beşdariya 900 nûnerî va hat kirin da Elî Bapîrê avakarê partiyê û serok dîsa wekî serok hat hilbijartin.
Wekî mayîn di kongreyê da mijara guherîna navê partiyê ya berê jî hatibû rojevê hat nirxandin, îfadeya "Îslam"ê ji navê partiyê hat derxistin û navê partiyê wekî "Komela Dadgerî ya Kurdistanê" hat guherandin.
Komela Dadgerî ya Kurdistanê di Meclisa Rêveberiya Herêma Kurdistanê da xwedî 7 parlamenteriyan e, di Meclisa Iraqê da jî xwedî 2 parlamenteriyan e.
Partiya di seroktiya Bapîr da di gulana 2001ê da hatibû avakirin.