15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ANKARA
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên PKKyê yên li dijî ENKSyê şermezar kirin û ragihand ku, "PKKyê destê xwe daye destê projeyên herêmî yên li dijî neteweya kurd. Ji bo rê li gihîştina hêviyên kurdan were girtin PKK bi hêzên herêmî re kar dike. Ew tenê amûreke ku di li gor wan planan tê bikaranîn."
Polîtboruya Siyasî ya PDKê li ser zordestiyên PKKyê li Rojava beyannameyek belav kir û rexneyên tund li rêxistina terorî girtin.
Di beyannameyê de hat ragihandin ku ji hewlên binpêkirinê yên PKKyê li Rojava fikar hene û van îfadeyan cih girt:
"PKK li Rojava bi dîktatorane hereket dike. Bi zordariyê, hêza çekê û tepisandinê xwe li ser xelkê sepandiye. Hemû partî û rêxistinên siyasî xistine bin terora fikrî û siyasî. Rêveber, endam û alîgirên partiyên ne ji xwe direvîne, koçber dike û zindanên xwe ji wan tijî kirine. Siyasetmedarên kurd bêdeng kirine. Hemû çalakiyên siyasî qedexe kirine. Bêyî tu behaneyek hebe êriş dike avahiyên partiyên siyasî û her çi tê de hebe talan dike. Baregehên wan dişewitîne."
Har ragihandin ku PDK ji van hal û hereketan gelekî bifikar e û vê zexta PKKyê bi tundî şermezar û mehkûm dike.
Di beyannameyê de hat destnîşankirin ku PKK li Rojava di bin navê PYDyê de kar dike; bilindkirina Alaya Kurdistanê û xebatên hemû partiyên ji derveyî xwe wek sûc îlan dike.
Herwiha hat diyarkirin ku PKK bi fikr û emelên xwe li dijî hemû nirxên Kurdistanî û serxwebûnxwaziyê ye.
Beyannameyê wiha dewam kir:
"PKKyê destê xwe daye destê projeyên herêmî yên li dijî neteweya kurd. Ji bo rê li gihîştina hêviyên kurdan were girtin PKK bi hêzên îqlîmî re kar dike. Ew tenê amûreke ku di li gor wan planan tê bikaranîn"
"Ev zordestiya ku PKK bi navê PYDyê dike, çewisandina atmosfera siyasî ye. Ev zext li dijî xebatên sivîl û demokratîk e. Herwiha dijmintiya xebata xelkê kurd a çendîn salî ye. Herwiha PKK xulamtiya muxaberatên rejimên herêmê dike. Xwe dike beşek ji planên herêmî yên encamnediyar."