Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku ziyareta Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence a ji bo Rojhilata Navîn ku hatibû taloqkirin, wê di nîvê meha rêbendanê da pêk were.
Di daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Pence da hat ragihandin ku ziyaret ji ber pêvajoya der heqê qanûna nû ya bacê ya li Kongreya Amerîkayê hat taloqkirin.
Hatibû îdiakirin ku ziyareta Pence a bo Misir û Îsraîlê ya ku wê di 19ê berfanbarê da dest pê bikira, ji ber bertekên dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a der heqê Qudsê da hat paşdaxistin.
Dihat destnîşankirin ku Pence wê piştî ziyareta xwe ya Misrê, li Îsraîlê xîtabî Parlementoya Îsraîlê Knessetê bike.
Piştî biryara Trump, Alîkarê Serokê Amerîkayê Pence beriya seredana xwe ya di 19ê berfanbarê da li Filistînê wekî "mirovê nayê xwestin" hatibû ragihandin û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas di serî da rayedarên filistînî ragihandibûn ku wan bernameyên xwe yên rûniştina ligel Pence betal kir.