25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê (Pentagon) ragihand, li Mûsilê peravên çemê Dicleyê, tevî pênc pireyên li ser çêm û aliyê rojhilatê bi temamî ji DEAŞa rêxistina terorê hat rizgarkirin.
Daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da hat diyarkirin, li rojhilatê bajêr operasyon dewam dike û wiha hat gotin: "Pêşmerge û artêşa Iraqê bona sivîl zirarê nebînin bi baldarî operasyonan dikin."
Di daxuyaniyê da ji bo operasyonên koalîsyona navnetweyî jî wiha hat gotin: "Hêzên koalîsyonê ji 17ê cotmeha 2016an vir va ji bo alîkariya hêzên Iraqê 558 êrîşên esmanî kirin. Di êrîşên esmanî da 10 hezar û 115 bombe avêtin hedefên DEAŞê. Bi operasyonan 151 wesaîtên bombebarkirî, 361 avahî/tesîs, 140 tunêl, 408 wesaît, 392 sitargeh, 24 balafirşikên û 315 top hatin îmhekirin."
Hat diyarkirin DYAyê ji cotmeha 2014an vir va qederê 50 hezar pêşmerge û leşkerên Iraqê perwerde kir û li Iraqê bi 17 hezar êrîşên esmanî kir.