25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Endamê Sekreteriya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat ên Rojavayê Kurdistanê Dijwar Tewfîq diyar kir ku PYDa rêxistina terorî heta niha 20 çalakvanên wan bi emrê rejima Esed girtine û wan di zîndanê de bi haletên xerab re rûbirû dihêlin.
Dijwar Tewfîq bo malpera Partiya Demokat a Kurdistanê ragihand ku ew tu carî muhletê ji PYDê naxwazin û ew wê hêzeke meşrû li Rojavayê qebûl nakin, lewra ewê xwe bi zorê li ser xelkê ferz kiriye.
Gencê Rojavayê anî ziman ku PYD bi peymanên Hewlêr 1 û 2 û peymana Dihokê girêdayî nemaye, ew binpê kirine û dest bi revandina endam û rêvebirên Partiya Demokat a Kurdistana Sûriyê kiriye.
Tewfîq bal kişand ser wê yekê ku halê hevalên wan di zîndanên PYD-rejima Esed de pir xerab e, di nava wan de nexweşên muhtacî emeliyatê û dermankirina ciddî hene.
Li ser têkiliyên PYD û rejima Esed jî Tewfîq destnîşan kir ku PYD bi emrê Esed hereket dike û ferman ji rejimê hatiye ku PYD çalakvanên me bigire bavêje zîndanê.