Ahmet Aydın
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ragihand petrola ku ji Kerkûkê rojane diçe Bêndera Ceyhanê dê ji 60 hezarî bermîlî derkeve 100 hezar bermîlî.
Evdilmehdî li Bexdayê di civîna çapemeniyê ya heftane de, destnîşan kir ku petrol çavkaniya giring a welêt e û wiha got, "Sewqiyata petrola Kerkûkê ji ser Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kir. Ev dê rojane ji hezar bermîlî derkeve 100 hezar bermîlî."
- Têkiliyê Bexda û Hewlêrê
Evdilmehdî balkişand ser serdana Mesûd Barzaniyê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ya ku biryare sibe ber bi Bexdayê ve bê encamdan û anî ziman ku têkiliyên Bexda û Hewlêrê baş in û hewl didin ku ber bi baştir ve bibin.
Evdilmehdî di bersiva pirsa "8ê mayî ji kabîneya 22 kesî dê kengî bên damezrandin?" de got, "Ji bo kemilandina kabîneyê şansê me tune ku em zêdetir rawestin. Bi mebesta pêşkêşkirina namzêdên mayî yên kabîneyê emê hefteya bê, herin parlementoyê.