Dinya

"PKK/PYD-YPG li Sûriyeyê tundiya cinsî diemilîne"

Meslehetguzerê Tirkiyeyê yê Nûnertiya Mayînde ya NYyê Begeç: "Rêxistina terorê PKK/PYD-YPG herwekî ku di raporên NYyê da jî cih girt, êşkenceyê dike û tundiya cinsî diemilîne."

17.04.2018 - Rojanekırın : 18.04.2018
"PKK/PYD-YPG li Sûriyeyê tundiya cinsî diemilîne"

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYΠ

Meslehetguzerê Tirkiyeyê yê Nûnertiya Mayînde ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Guven Begeç got, "Rêxistina terorê PKK/PYD-YPG herwekî ku di raporên NYyê da jî cih girt, êşkenceyê dike û tundiya cinsî diemilîne."

Begeç li Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) di rûniştina gotûbêjkirina tundiya cinsî ya di şer û pevçûnan da axivî û bal kişand ser bûyerên tundiya cinsî yên "xirab" yên ku di raporên NYyê da jî cih girtin û li Sûriyeyê hem ji aliyê rejimê va û hem jî ji aliyê rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ û PKK/PYD-YPGyê va hatin kirin.

Begeç da bibîrxistin ku li gorî rapora Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî ya NYyê ya ku meha çûyî hat weşandin, HDSya paravana rêxistina terorê PYD/PKKyê li Reqayê tundî li ser mêrên ku desteser kirine kiriye, organên wan ên cinsî şewitandine an jî bi şewitandinê va gef li wan xwarine û wiha gotî "Rêxistina terorê PKK/PYD-YPG herwekî ku di raporên NYyê da jî cih girt, êşkenceyê dike û tundiya cinsî diemilîne."

- Bûyeryên tundiyê yên artêşa Myanmarê yên dijî Arakaniyan

Begeç bal kişand ser rapora ku Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres pêşkêşî KENYê kir û tê da bûyerên cinsî yên ku di şer û pevçûnan da tên kirin, heye û diyar kir ku artêşa Myanmarê jî li Arakanê li dijî Misilmanên Rohîngyayî tundiyê diemilîne û ev yek pir "xirab" e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.