16 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Guven Begeçê Alîkarê Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tirkiyeyê destnîşan kir PKK/PYDya rêxistina terorî wekî DEAŞ û Boko Heramê zarokên qîzîn û jinan îstismar dike û ji hêla cinsî va diemilîne.
Begeç li Konseya Ewlehiyê ya NYê di gotûbêja bi navê "di şer da tundiya cinsî" da axivî.
Guven Begeç destnîşan kir şer tesîreke mezin li ser zarokên qîzîn û jinan dihêle û wiha got: "Zêdebûna tundiya cinsî bûye rêbazeke şer û wek êrişeke sîstematîk li ser sivîlan tê emilandin."
Begeç diyar kir divê li her derê helwestên kirêt yên DEAŞ û Boko Heramê yên li ser zarokên qîzîn û jinan diemilîne bên şermezarkirin û wiha dewam kir: "PKK/PYDya rêxistina terorî wekî DEAŞ û Boko Heramê zarokên qîzîn û jinan îstismar dike û ji hêla cinsî va diemilîne."
Guven Begeç destnîşan kir bûyerên tundiyê rê li ber koç, ticareta însanan û emilandina cinsî vedike.
Begeç di xeberdana xwe da bal kişand ser bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê û destnîşan kir hin kom tundiya cinsî wek rêbazeke teror û êşkenceyê diemilînin.
Guven Begeç diyar kir li Sûriyeyê bi gelemperî zarokên qîzîn û jin di bin talûkeya tundiya cinsî da heyata xwe berdewam dikin û wiha got: "Ji raporên NYê eşkere dibe rejima Sûriyeyê tundiya cinsî dike. Tirkiye li hevdîtinên Astanayê ji bo berdana girtiyan û li ser vê mijarê hewl dide."