16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
ERBÎL
PKKya rêxistina terorê ku Kampa Mexmûrê ya li Iraqê kiriye baregeha çekan, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tê da, destûrê nade ku kes têkeve vê kampê û tiştên ku di kampê da diqewimin ji civaka navneteweyî vedişêre.
Berpirsê Mexmûrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kurmanc Ebdullah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "PKK ji bo venêrîna rewşa însanî ya penaberên ku di kampê da dijîn NY di serî da destûrê nade ku tu rêxistinên însanî têkevin kampê. Sedema vê jî ji ber ku kampê wek baregeheke çekan bi kar tînin, vedişêrin."
Ebdullah diyar kir ku NYê gelek caran seba Kampa Mexmûrê hişyarî da PKKyê û wiha dewam kir, "Ji rêxistinê ra hat gotin ku nayê qebûlkirin ku kamp weke baregeheke pwerwerdeyê ya eskerî were xebitandin, lê PKKyê dev jê berneda û kamp weke baregeheke eskerî bi kar anî û diomîne."
Ebdullah got, "Ji ber vê yekê ye ku NYê ji 2014an vir va tu alîkariyeke însanî nedaye şêniyên kampê. NY Mexmûrê wek kampeke eskerî qebûl dike."
Kampa Mexmûrê ji aliyê başûrê rojava va 65 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ye û dikeve quntara Çiyayê Qereçoxê ku li herêmê stratejîk e.