27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
HEWLÊR
Fermandarê Pêşmergeyan yê Şengalê yê PDKê Qasim Şeşo bersiv da îdiayên ku dibêjin PKKya rêxistina terorê û YPGya şaxa wê ya Sûriyeyê "alîkariya leşkerî şand" û "PDK nahêle alîkarî were".
Daxuyaniya Şeşo li ser malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat weşandin û wiha hat gotin: "PKK û YPG li Şengalê li peyê fitneyê ne. Ev rêxistin dibin sedem ku Şengal di destê DAEŞê da dimîne. Ew tenê derewan dikin û îftira diavêjin pêşmergeyan."
Şeşo bi bîr xist ku PKKya rêxistina terorê û YPG propagandayê dike û dibêje "Alîkarî ji êzdî û gelê Şengalê ra diçe, lê PDK nahêle" û wiha dewam kir: "PKK û YPG propagandayê dike û dibêje Alîkarî ji êzdî û gelê Şengalê ra diçe, lê PDK nahêle alîkarî here. Li gor îdiayê êzdiyan li dijî PDKê çek hildaye. Ev îftirayên PKK û YPGê yên bê bingeh in. Hêza ku Şengalê diparêze û xwedî lê derdikeve PDK ye. Lêbelê PKK li peyê fitneyê ye."
Şeşo destnîşan kir ku ew bi berpirsiyarên herêmê yên PKK û YPGê ra tê bal hev û wiha dewam kir: "Min demek berê bi berpirsên PKK û YPGê ra hevdîtin kir. Min ji wan ra got ku heke fitneya we dewam bike, em ê we ji herêmê dûr bixin û careke din jî destûrê nedin ku hûn werin."
Şeşo bal kişand ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî ji bo ku Şengal rizgar bibe, planeke berfireh û xurt amade kiriye û wiha dewam kir: "Plana rizgarkirina Şengalê li ber destê Serok Barzanî ye. Wek êzdiyan em tenê guh didin fermanên Serok Barzanî û li gor fermanên wî hereket dikin. Tenê ew biryarê dide. Ji bilî wî tiştên tên axaftin derew in. Ji bo rizgarkirina Şengalê tê îdiakirin ku PKK û YPGê hêza leşkerî şandiye. Lê hemû gelê me pir baş dizane ku rast nabêjin."