ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku di projeya xeta boriya neftê ya di navbera HKIF û Tirkiyeyê de hindik ma biqede.
Barzanî piştî hevdîtinên bi partiyên Bizotnewe û Partiya Kominîst ya Kurdistanê sualên rojnamevanan bersivand û got ku: "Projeya xeta boriya neftê ya ji Kurdistanê neftê bibe Tirkiyeyê hindik ma biqede."
Barzanî got bi taybetî di vê meha dawiyê de hevdîtinên bi Tirkiyeyê re zêde kirine û wiha axivî: "Goftûgoyên me dewam dikin. Vê gavê tu pirsgirek tuneye. Me xwe gihandiye merhaleya dawiyê."
Barzanî diyar kir ku li gor destûra bingehîn ya Iraqê tevdigerin û wiha got:
"Di destûra bingehîn ya Iraqê de dibêje ku, 'hemû gaz û nefta li welêt ya welatiyên Iraqê ye.' Li gorî vê destûra bingehîn beşeke Iraqê di destê me de ye. Me heta niha çi kar kiribe hemû li gor destûra bingehîn ya Iraqê ye. Em dikarin xebatên giştî îspat bikin. Lewra saziyên ku li Kurdistanê neftê derdixin hemûyên wan bi destûr in. Destûrên wan jî li gorî destûra bingehîn e û fermî ne."
Barzanî a got ku "Hikûmeta Iraqê dibêje ku ji 100î 17ê pereyê neftê dide Kurdistanê. Lêbelê li gorî hesabê me ji 100î 17an kêmtir dide me. Hikûmeta Iraqê divê 27 milyar dolarî pere bida me."
Barzanî eşkere kir gava ku bi boriyan dest bi neft şandina Tirkiyeyê bikin wê çaxê yê pereyê saziyên navneteweyî yên ku li herêmê dixebitin dê bidin wan û wiha xeberda:
Rêveberiya Navendî gava ku li gor destûra bingehîn ya Iraqê tevbigere tu pirsgirêk çênabe. Ji bo me ya girîng ew e saziyên çi qas pereyî hildin.