Fatih Gazioğlu
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn ji ber êrîşa biçek a ku Las Vegasê qewimî û di encamê 59 kes miribûn de, ji Serokê DYAyê Donald Trump re peyameke sersaxiyê şand.
Der barê peyamê de ji Kremlînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin Putîn di peyama xwe wiha ye:
"Ev cînayeta ku bûye sedama mirina bi dehan kesan, bi zulma xwe va merivan şaş dike."
Putîn sersaxî da malbatên kesên di êrîşê da miribûn û ji birîndaran re jî şifa xwest.