Haydar Şahin
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê di civîna Konseya Ewlekariyê da muxtiraya mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê îmze kiribûn nirxand.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê da hat diyarkirin ku Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê acil kom bû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser pêkanîna muxtireya mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê îmze kiribûn û rewşa li Sûriyeyê axivîn.
Hat ragihandin ku Putin der barê Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê ya li Soçiyê hat kirin da agahî da endamên konseyê.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mitebeqata ji 10 xalî pêk tê ya ji bo bakurê Sûriyeyê li hev kiribûn.