11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDKS) Nûrî Brîmo diyar kir ku PYDya şaxa PKKa rêxistina terorê ya li Sûriyeyê, bakurê welêt kiriye girtîgeh û wiha got: "Rêxistin bi awayekî sîstematîk êrîşî rêvebir û endamên me dike, bêyî sedem wan digire û bernade."
Brîmo der barê rewşa dawîn a bakurê Sûriyeyê û li herêmê binpêkirin û îxlalkirina mafan de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Brîmo got, piştî ku PYDyê ji rejima Esed wezîfe hilda, bakurê Sûriyeyê veguhert kir girtîgeh û wiha axivî: "Heta îro PYDyê gelek rêvebirên payebilind û endamên Meclisa Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û PDKSê girtin."
- "Kesên S-KDPyî şewitandin û kuştin"
Brîmo destnîşan kir ku li bakurê Sûriyeyê kesên mixalifî PYDyê rastî êrîş û niheqiyê tên.
Brîmo diyar kir ku li Efrîna Helebê kesên S-KDPyî hatin şewitandin û wiha dewam kir: "PYD her roj êrîşî rayedar û alîgirên me dike. Bi ser mal û gundên wan da digire. Qederê 10 roj berê li gundê Berberiyê milîsên rêxistinê êrîş kirin. 7 kesên ku temenê wan di navbera 60-70yî da diguherin bi zorê birin leşkeriyê. Peyra agir berî malên wan dan. 3 kesên kal şewitîn û mirin. Yên ku hatin revandin û mirin rayedar û endamên S-KDPyê bûn."
Brîmo destnîşan kir ku ji bo rêxistinê nirxên însanî tunene û wiha got: "PYD hêzêke milîs e. Li gor daxwazên Îran û Esed tevdigere. Guh nadin kesî û ji xeynî xwe kesî qebûl nakin."
-"Piştî ku rêjima Esed hilweşe dê PYD jî biqede"
Brîmo got ku hebûna PYD û rêxistinên weke PYDê dewam nakin û wiha axivî: "Ji ber şerê li Sûriyeyê bi sed hezaran mirov mirin. 12 milyon jî ji cih û warên xwe bûn. Dê rêjima Esed hesabê vê bide."
Her wiha Brîmo diyar kir ku di pêşeroja Sûriyeyê de cihê Esed û PYDê tune. Brîmo got: "Piştî ku rêjima Esed hilweşe dê PYD jî ji holê rabe."
- "Dema PYD dikeve quncikê wekî dupişka vedide"
Ji aliyê din ve Brîmo ragihand ku PYD ne hêzeke kurd e, rêxistina terorê ye û di destê Şam û Tehranê de ye. Brîmo wiha dewam kir: "PYD ne nûnerê kurda ye. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve tu feydeyê nade kurdan. PYD wekî dupişkê ye dema fersendê dibîne bi kesên li hember xwe vedide. Dema têkeve tengasiyê jî banga yekîtiyê dike. Demên berê em bi vana xapiyan û sê caran em bi wan re rûniştin ser masê. Lê belê tu carî şertên peymanê bi cih neanîn. Êdî em bi tu awayî tawîzê nadin PYD."