01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
HASEKE
Hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ji bo ku bi zorî ji xwe re milîtanên çekdar bibîne di 45 rojan de ji 400î zêdetir mirov revandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Sûriyeyê hatin bidestxistin PYD li bakurê welêt li herêmên ku bi dest dixe mirov bi zorî çekan dide mirovan û ji bo ku ji xwe re milîtanan peyda bike di nav 45 rojan de zarokên ji 18 salî biçûktir jî di nav de ji 400î zêdetir mirov revandin.
Hat diyarkirin ku PYD ji meha borî vir ve di raserên ser gundên bakur ên Hasekeyê de 100 kesî, li çolwara bakur a Helebê û Afrînê jî 300 ciwan revandin.
Hat gotin ku di raserên ku milîtanên rêxistinê bir ser malên welatiyan de zêr û pereyên gel dizîn, dest danîn ser hin wesayîtan.
Dan zanîn ku PYD li herêmên ku bi dest dixe raserên xwe berdewam dike.