Azat Muhammet
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
DIHOK
Berpirsê Cebheya Giwêr û Mexmûrê yê Hêza Pêşmerge General Sîrwan Barzanî, der barê operasyona Hewîceyê de got: "Pêşmerge ji bo qezaya Hewîceyê ji destê terorîstên DEAŞê were rizgarkirin bi her awayî amade ye. Lê Artêşa Iraqê û hêzên din ên Iraqê hê ne amade ne. Ew niha bi operasyona Misûlê ve mijûl in."
Sîrwan Barzanî, di daxuyaniyeke ya ji bo peyamnêrê AAyê de behsa operasyona rizgarkirina qezaya Kerkûkê Hewîceyê û geşedanên din ên di rojevê de kir.
Der barê rewşa Giwêr û Mexmûrê de Barzanî wiha agahî dan:
"Halê hazir DEAŞ li sînorê Giwêr û Mexmûrê bi 51 kîlometreyî hevsînorê me ye. Ji bo dûrxistina DEAŞê ji vî sînorî Pêşmerge bi her awayî amade ye. Lê belê ji ber ku Bexda û Hewlêrê li hev kirine ku operasyonên vê herêmê bi hemahengî bikin, em jî li benda amadebûna Artêşa Iraqê ne. Ji bo ev sînor bi temamî were kontrolkirin em li benda Artêşa Iraqê ne ku hazir bibe."
Li ser operasyona Hewîceyê jî wiha nirxandin kir: "Pêşmerge ji bo qezaya Hewîceyê ji destê terorîstên DEAŞê were rizgarkirin bi her awayî amade ye. Lê Artêşa Iraqê û hêzên din ên Iraqê hê ne amade ne. Ew niha bi operasyona Misûlê ve mijûl in. Lewra şerê kontrolkirina Mûsilê ji bo hêzên Iraqê ne asan e. Niha hemû hewlên xwe dane ser wê yekê ku bajêr ji DEAŞê paqij bikin."
Barzanî destnîşan kir ku operasyona Hewîceyê dê bikeve pişt kontrolkirina Mûsil û Telaferê û wiha pê de çû:
"Piştî ku Mûsil û Telafer hatin rizgarkirin wê demê dê Artêşa Iraqê bikarive bi hemahengiya Pêşmerge operasyona Hewîceyê bide destpêkirin. Dê Heşda Şebî jî beşdariyê lê bike. Piştî Hewîceyê jî îdî DEAŞ ber bi nemanê ve diçe."
Sîrwan Barzanî behsa cihên ku Pêşmerge bi dest xistine jî kir û got:
"Hemû herêmên kurd ji hêla Pêşmerge ve dê werin kontrolkirin. Cihên erebnîşîn jî dê Artêşa Iraqê û hêzên din kontrol bikin. Pêşmerge ji deverên ku rizgar bike venakişe. Di operasyona Hewîceyê de jî dê peymana li Deşta Nînowayê were peyrewkirin."