Pêşmergeyan ragihand ku wan girt ser bajaroka Celavleyê ya ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye û hin taxên di destê DÎŞIyê de bûn ji rêxistinê xilas kirin.
Li gor agahiyên ku ji fermandarên pêşmergeyên li wê herêmê ne hat hildan ji bo xelaskirina bajaroka Celavleyê bi piştgiriya hêzên koalîsyon û DYAyê ve operasyoneke berfireh hat lidarxistin. Pêşmergeyan gelek tax ji destê milîtanên DÎŞIyê xelas kirin.
Pêşmerge ji çar aliyan ve operasyonên xwe yên li ser bajarokê didomîne û her ku diçe nêzî navenda bajêr dibe. Pêşmergeyan Tecdîd a ku DÎŞIyê wek baregeh bikardianî girtin bin kontrola xwe û alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li ser baregehê daliqandin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma Germiyanê Serheng Ahmet Latîf daxuyanî da û diyar kir ku ji bo xelaskirina Celavleyê dest bi operasyonê kirin û piraniya bajêr jî niha di bin kontrola pêşmergeyan de ye.
Latîf destnîşan kir ku pêşmergeyan zirareke mezin da DÎŞIyê û wiha pê de çû: "Taxa Tecdîdê ya ku DÎŞIyê berê wek baregeh bikardianî me ji destê wan xelas kir. Paşê jî taxên Vahde û Cevahîrê ku li navendê ne me ji destê wan derxist. Rêxistina terorî zirareke mezin dibîne û paşve dikişe. Şerê ku serê sibehê di nav kûçeyan de dest pê kir bi awayekî tund didome. Emê di demek kurt de mizgîniya xelaskirina bajêr bidin."
Hat ragihandin ku di operasyonên li Celavle û Sadiyeyê de 18 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 7 wesayîtên leşkerî jî zirareke mezin dîtin.