Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyan divê her kes peywira ku dikeve li ser milên wî bêyî dudilî bîne cih û alîkariya pêşmerge û hêzên ewlekariyê bike.
Barzanî bangî pêşmergeyên teqawit kir û wiha got: "Banga min ji bo hemû pêşmergeyên qehreman û pêlewan ên teqawit e: Alîkariya pêşmergeyan bikin û bi wan re bixebitin. Herwext bi baregehên xwe re di nav têkiliyê de bin. Ji bo her cure rûdanan amade bin. Bila Wezareta Pêşmerge û Fermangeh peywira dabeşkirina karan hilgirin li ser milên xwe û birêxistin û organîzasyona hewce bînin cih."
Barzanî di peyama xwe de bangî gel jî kir û wiha got:
"Bila her kes têra qeweta xwe alîkariyê bide pêşmergeyan. Bi îzna Xwedê û bi piştgiriya we her wekî qonaxên berê pêşmerge dê têkoşîna gelê me derxe asteke bilindtir û bi vîna xwe ya zexm ve dê rê li hemû rûdanên ku Kuristanê tehdîd dikin bigre."