11 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serdozgerê Îranê Mihemed Cefer Muntazerî daxuyand ku ew dikarin hin bernameyên medyaya civakî bigirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya IRNAya Muntazerî li Tehranê di civînekê de wiha got: "Înternet belkî hin awantajên wê hebin lê gelek caran dibe cehenemeke bitalûke."
Muntazerî der barê bertekên ji bo îhtimala girtina bernameyên medyaya civakî jî wiha axivî:
"Rojava bi hemû îmkanan xwe ve tê û êrîşa çandî bi misilmanan re dikeve nav şer. Mesela Çîn jî nahêla çanda rojavayê bikeve nav welatê wan. Gelo em çima vî tiştî nekin?"