11 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî anî ziman ku berpirsê vê rewşa xirap ya Iraqê hikûmeta navendî ye û pêvajoya ber bi serxwebûnê ya HKIyê wê bi şiklekî dûr ji tundiyê bi rê va biçe.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdisanê, Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li hejmarek rewşenbîr, nûser û siyasetmedarên girêdayî Navenda Diyalogê ya Rafîdeynê kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Barzanî ji rewşenbîr û siyasetmedaran ra, qala şaşiyên hikûmeta navendî kiriye û derbarê pêvajoya serxwebûna Kurdistanê axiviye.
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku Barzanî teqez li ser mafê gelê Kurdistanê li biryardana li ser çarenûsa xwe kir û ew yek xisterû ku li hîç cîheke cîhanê da yekgirtina bi zorê yan hevdû cûdakirina bi zorê serî negirtiye.
Di derbarê vê behsê de Serok Barzanî balkişand li ser serxwebûna Kurdistanê ku pêvajoyek dibe dûr ji tundutîjî û li çarçoveya diyalog û hevdû têgihiştin û bi navê çareserkirina bingeha kêşeyan dibe. Her li vê civînê de amadebûyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê serxwebûna Kurdistanê û siberoja navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DEAŞê anîn ziman û çend pirsiyareki derbarê van mijaran da pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Barzanî derbarê siberoja wan navçeyên ku pêşmerge ji DEAŞê rizgar kirin destnîşan kir ku hîç kes û aliyek nikare projeyek diyarîkirî li ser gelê van navçeyan bisepînê û çarenûsa van navçeyan pêdive ji aliyê runiştvanên navçeyê ve bê diyarkirin.
Serokê HKIyê Barzanî di dirêjeya axafitna xwe da wiha got, "Piştî rûxana rejima Be'sê baweriyeke tevahî hebû ku em dikarin dewleteke federal û demokrat damezrînin û me hemû hewlek jî ji bo vê yekê da. Lê belê rûdanên piştî wê nîşan dan ku li Bexdayê çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina mafan her berdewam û dest bilind e."
Barzanî amadebûyan jî ji wê yekê agahdar kir ku divê rêz li raya giştî ya Kurdistanê û daxwaz û îradeya wan bê girtin û ji wan têbigihin. Her wiha teqez jî li ser pêwîstiya rêzgirtina li îrade û daxwaza pêkhateyên neteweyî û dînî yên Iraqê û siberoja wan kir.