Elif Orhan
25 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
LAHEY
Mehkemeya Sûcên Şer ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê (ICTY) ya ku di bin banê NYyê ya ku li Laheya bajarê Hollandayê ye der barê Radovan Karadzîcê pêşengê berê yê sirpan da ku wek "Qesabê Bosnayê" tê zanîn 40 sal cezayê hepsê da.
Konseya Dadgeran Karadzîcê ku wek "Qesabê Bosnayê" ya ku komkujî jî di nav de ji ber 11 sûcan tê darizandin ji ber sûcên komkujî, dijî mirovahiyê sûckirin û îxlalkirina prensîbên şer sûcdar hat dîtin.
Konseya Dadgeran îdiayên di madeya pêşîn a di îdianameyê de ya wekî li bajêrên Bratunac, Foca, Kljuc, Prijedor, Sanskî Most, Vlasenîca û Zvornîkê komkujî hatiye kirin, ji ber "kêmasiya delîlan" red kir.
Konseyê biryar da ku Karadzîc di heyama şer de li Saraybosnaya paytext a ku hatibû dorpêçkirin ji ber êrîşên ser sivîlan sûcê dijî mirovahiyê kiriye û prensîbên şer îxlal kiriye û ji ber hêsîrgirtina eskerên NYyê jî serokê sirp berpirsyar girt.
Konseya Dadgeran ji Komkujiya Srebrenîtsayê ya di temûza 1995an de jî Karadzîc berpirsyar dît û destnîşan kir hedefa hêzên sirp ên bosnayî ew e ku herêma navborî bi temamî ji misilmanan bê paqijkirin.
Konseyê biryar da ku Karadzîc û Ratko Mladîcê fermandarê yekîneyên sirp plan kirine ku boşnakan ji Srebrenîtsayê paqij bikin, konseyê destnîşan kir ku Karadzîc ji bo Komara Sirp a Bosnayê jî tekane kesê ku biryarê bide ku misilmanên bosnayî bên kuştin.